Artêşa Tirkiyê di êrîşa xwe ya dawîn de li Rojava Kurdistanê, 9 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê kirine armanc.
Li gorî ajansa Anadoluyê, îro roja yekşeym 24 Mijdara 2024ê artêşa Tirkiyê êrîş li herêmên operasyonên Mertala Feratê û Kaniya Aştiyê li dijî YPGê û HSDê encam da ne, 9 çekdar kuştine.
Di vê derbarê de, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê gotiye: Êrîşên wan li Bakurê Sûryeyê bê navber wê bidomin.
Her îro HSDê nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kiriye û gotiye ku ew li rojên 21 û 22 Mijdarê li herêmên Kobaniyê, Hesekê û Dêrazûrê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne.