Di topbarana Tirkiyê de koçberekî Efrînê jiyana xwe ji dest da û 3 zarok birîndarbûn

topbarana Tirkiyê de koçberekî Efrînê

Di encama topbarana Tirkiyê de li ser gundekî gundewarê bakurê Helebê, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku di encama topbarana îro roja yekşemî 24 Mijdara 2024ê ya artêşa Tirkiyê û girûpên girêdayî wê de li ser gundê Helîse, koçberekî Efrînê yê 40 salî şehîd bû û 3 zarokên 9, 13 û 14 salî bi giranî birîndar bûn.

Destnîşan kir, ev topbaran li gundewarê bakurê Helebê, di nav deverên ku hêzên Kurdî û hêzên rêjîmê têde bi cih bûne, pêkhatiye.

Hêjayî gotinê ye ku ew welatiyê şehîd ketî ji navçeya Cindirêsa gundewarên Efrînê ye.

Pustên heman beş