Hejmara nifûsa şêniyên Herêma Kurdistanê hat ragehandin
Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Li dû encamên berhaiyê yên serhejmêriyê, hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê gehiştiye di ser şeş milyon û 370 hezar kesan de.”
Wezîrê Pilandananê yê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Amara ji sedê çar a şêniyên Herêma Kurdistanê hêşta nehatine hejmartin, yanî ew amarên îro hatine ragehandin encamên berahiyê ne.”
Dara Reşîd eşkere jî kir, “Li dû encamên berahiyê yên serhejmêriyê, şêniyên Herêma Kurdistanê ciwan in û keftiye pencera demografiyê, ku di vê qonaxê de pêdivî ye rêjeya şêniyên temenê karkirinê ji sedê şeş û di ser de be.”
Encamên berahiyê yên 96% ya serhejmêriya şêniyan li Herêma Kurdistanê:
Tevahiya giştî ya hejmara şêniyan: Zêdetirî şeş milyon û 370 hezar kesan.
Rêjeya şêniyan li bajaran: 84%.
Rêjeya şêniyan li gundan: 16%.
Hejmara malan: 8 milyon û 37 hezar û 221 mal.
Hejmara tevahiya giştî ya malbatan: Yek milyon û 379 hezar û 163 malbat.
Tevahiya qebareya malbatan: 4.3 kit.
Hejmara kitekesên nêr: 3 milyon û 200 hezar û 506 kes (50.24%).
Hejmara kitekesên mê: 3 milyon û 170 hezar û 162 kes (49.76%).
Rêjeya malbatên jin serokatiya wan dikin: 11.86%.
Rêjeya malbatên mêr serokatiya wan dikin: 88.14%.
Rêjeya şêniyên di bin jiyê karkirinê de, kêmtir ji 15 saliyê: 31.9%.
Rêjeya şêniyên di jiyê karkirinê de, di navbera 15 heta 64 saliyê de: 63.07%.
Rêjeya şêniyên di ser jiyê karkirinê de, 65 salî û mezintir: 4.4%.
Rêjeya zêdebûna şêniyên Herêma Kurdistanê li beranberî 2009ê: 2.48%.
Hejmara yekîneyên akincîbûnê: Du milyon û 28 hezar û 37 yekîne.