Di encama topbarana îro ya artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê de, 7 çekdarên din yên YPGê li Rojava Kurdistanê bûn hedef û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Anadoluyê, îro roja duşemî 25 Mijdara 2024ê, artêşa Tirkiyê û komên milîsên girêdayî wê, liv û tevgerên YPGê û HSDê li herêma operasyona Mertala Feratê li bakurê Sûryeyê kirin armanc.
Di encama êrîşê de, 7 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh roja yekşemî 24 Mijdara 2024ê ragihandibû ku di encama topbarana duh roja yekşemî ya artêşa Tirkiyê de li ser gundê Helîse, koçberekî Efrînê yê 40 salî şehîd bû û 3 zarokên 9, 13 û 14 salî bi giranî birîndar bûbûn.