Polîsan avêt ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar û ew binçav kirin. Herwiha li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Stenbolê jî hejmarek kesên din jî hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariyê li Diyarbekir danê sibê avêtin ser gelek malan û Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar ji hesabê xwe yê Înstagramê ragihand, polîsan avêtiye ser mala wî û amadekariya binçavkirina wî dikin û paşê jî hat zanîn ku Cengîz Dundar hatiye binçavkirin.
Hat zanîn ku operasyona binçavkirinê li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Stenbolê jî hatiye li darxistin û kesên wek Serokê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna, Derhêner Ardîn Dîren, Rojnameger Ahmet Sumbul jî tê de gelek kes hatine binçavkirin.