Barîna Berfê bandoreke mezin li parêzgehên Tirkiyeyê dike

Barîna Berfê bandoreke mezin li parêzgehên Tirkiyeyê dike

Barîna berfê bandoreke nebaş li gelek parêzgehên Tirkiyeyê dike. Berfa ku berdewam dike li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Rêveberîya 15êmîn ya Dîyarbekirê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarîya berf û baraneke zêde da.

Her wiha 182 kesên ku li Sakaryayê û 12 kesên ku sê parêzgehên herêma Behra Reş li berfê de asê mabûn ji alîye tîmên AFADê ve hatin rizgarkirin.

Li Sêwasê ji ber barîna berf û bagerê, 650 kesên li ser rêyan asê mayîn ji bo parastinê ji alîye hezên ewlehîyê ve li cihên cuda cuda hatin bicîhkirin. Navenda bajarê Şirnexê jî piştî barîna berfa ewil a demsalê spî bû.

Hêjayê gotinê ye ku li Bakurê Kurdistanê û giştî li Tirkîyeyê rêyên bi sedan gund û bajarokan ji bo çûyîn û hatinê girtin û ji bo vekirina van rêyan çalakî berdewam dikin.

Pustên heman beş