Çeteyên PKK’ê “Ciwanên şoreşger” zarokekî ji Helebê direvînin

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên şoreşger" zarokekî ji Helebê direvînin

Li taxa Şêx Meqsûda girêdayî parêzgeha Helebê, rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê)ve, zarokekî temen biçûk ê kurd bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê revandin.

Li gor agahiyan, di roja 22/11/2024an de rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zarokê bi navê Henan Dayan Hesen, 16 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li parêzgeha Helebê revandiye û ew ber bi kampên tecnîdkirinê ve biriye û heta niha çarenivîsa wî ne diyare.

Li gorî nasnameyê zarokê bi navê Henan di 1ê Çileya 2008an de li Awkanê ji dayik bûye û dayika wî Mezît Reşoye.

Taxa Şêx Meqsûd di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk deye ku hêza serekeya hêzên Sûriyeya Demokratîke.

Pustên heman beş