Tirkiyê derxistina herêma Zapê ji dest PKKê bi fermî ragihand

Zap-pkk-Turkey-Info

Dewleta Tirk kontrolkirina herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi fermî ragihand û aşkere kir eniya Zapê bi yêk carî li çekdarên rêxistinê hatiye qutkirin û ev yêk bi operasyona Pence Kilîtê pêkhatiye.

Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler duh roja sêşemî 26 Mijdara 2024ê li parlamentoya Tirkiyê di civîna budceya wezareta bergiriyê de axivî û got: Kontrola herêma Zapê niha di dest artêşa Tirkiyê de ye, ev eniye bi temamî li çekdarên rêxistina PKKê hatiye qut kirin.

Yaşar Güler her wiha dibêje: Destxistina Zapê bi yêk ji destkeftiyên operasyona Pence Kilîtê tê hesab kirin, operasyona ku ji 22 Nîsana sala 2022an ve tê meşandin.

Zap-pkk-Turkey

Rêxistina PKKê ji sala 2020ê ve bi awayekî sîstimatîk herêmên Başûrê Kurdistanê radestî artêşa Tirkiyê dike û ev yêk bi 4 qûnaxan tê cîbicîkirin.

Siyaseta PKKê ya radest kirina xaka Başûrê Kurdistanê ku di çarçûveya “Mîsaqa Millî” ya Tirkiyê de bi agahdarîya dewletê û Grûpa Enqerê ya di nav PKKê de tê cî bi cî kirin, li gor wê pîlanê, beşekî mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê bi taybet navçeya “Behdînan” dikeve di dest dewleta Tirk de, kontrola Zapê jî di çarçûveya vê pîlanê de ketiye di dest artêşa Tirkiyê de.

 

Çavkanî: Asharq al awsat

Pustên heman beş