Serok Mesûd Barzanî got, “Eger PKK wekî partiyên mixalefeta Îranê tevbigere di 24 saetan de pisgirêka wan a bi Tirkiyeyê re çareser dibe.”
Serok Barzanî di hevpeyvîna bi kanala Sky Newsê ya Erebî re kiriye de behsa rewşa herêmê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îraqê û Tirkiyeyê re û çend mijarên din kiriye.
“Xelkê Kurdistanê serê me bilind kir”
Serok Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê got:
“Gelek aliyan digot dê hilbijartin nayên kirin, eger bên kirin jî dê gelek pirsgirêk peyda bibin.
Lê hilbijartin bi aramî û bêyî pirsgirêk hatin kirin. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê destkeftiyeke mezin bû û xelkê Kurdistanê serê me bilind kir.
Me şandeyek ji bo ku pêwendiyan bi aliyên din re bike, pêk aniye û ew şande dê ji bo pêkanîna hikûmetê bi aliyên din re hevdîtinan bike.
Gava yekem dê kombûna parlamentoyê bû û piştê wê dê gavên din bên avêtin. 10 roj li ber destê me hene û ew şande dê dest bi hevdîtina bike.
Em ti aliyan veto nakin lê xaleke girîng heye, hilbijartin hatin kirin û encam jî diayar e.
Kursiyên serokatiyê mafên hilbijartinan in, ne em şertên kesekî qebûl dikin û ne şertan li ser kesekî jî ferz dikin.”
Yekkririna Hêzên Pêşmerge
Derbarê yekkirîna Hêzêb Pêşmerge Serok Barzanî wiha got:
“Pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan berdewam dike. Wezareta Pêşmerge ji danûstandinên bi şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî re berpirs e.
Heta niha jî beşeke zêde ya hêzan kirine yek û ew pêvajo berdewam dike.”
“Xebatên ji bo Destûra Bingehîn berdewam dikin”
Serok Barzanî li ser amadekirina Destûra Bingehîn jî da zanîn ku hindik maye Destûra Bingehîn a Herêma Kurdistanê amade bibe û got:
“Ji bo nivîsîna destûrê darişteyeke amade heye û tenê çend bend mane û em dê demeke kêm temam bikin.
Ev demeke zêde ye ku karê cidî ji bo nivîsîna destûrî hatiye destpêkirin.”
Serjimêriya Îraq û Herêma Kurdistanê
Serok Barzanî derbarê pêvajoya serhejmêriyê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê jî got:
“Em hatine piştrastkirin ku vê serhejmêriyê çi peywendî bi herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re nîne.
Eger ji bo geşbûn û bipêşxistina van herêman sûdmend be, ez ti pirsgirêkan nabînim.
Çend xalên ne diyar hebûn lê di encama şêwir û danûstandinên li gel Bexdayê de ev xal hatin zelalkirin.
Divê serhejmêrî pişka Herêma Kurdistanê ya di budceyê de biguhere. Ji sedî 12 pişkeke nedadperwer û newekhev e.
Tevî ku Herêma Kurdistanê ew jî qebûl kiriye lê dîsa jî wekî xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê nayê kirin.”
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Li ser pirsa “Hûn nebûna rehmetî Celal Talebanî di qada siyasî de hîs dikin?” jî Serok Barzanî wiha got:
“Helbet wefata nemir Celal Talebanî di nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de valahiyek çêkir, ev yek pir eşkere ye.”
Serok Barzanî wiha behsa serdana xwe ya Bexdayê kir:
“Serdana min a Bexdayê piştî şeş salan bû. Vê serdanê gelek astengên derûnî yên ku berê hebûn şikand.
Li ser nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên cûda li hev kirin. Dikare bê gotin ku serdanê atmosfereke erênî di navbera Bexda û Hewlêrê de çêkir.
Niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de aramî heye lê dîsa jî pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin.
Lê eger îradeyeke baş hebe ev pirsgirêk bi hêsanî têne çareserkirin. Ez bawer dikim ku ev îrade heye.”
“Hinek alî hewl didin desthilatên Herêma Kurdistanê sînordar bikin”
Serok Barzanî da zanîn ku li Bexdayê hinek alî hewl didin desthilatên Herêma Kurdistanê sînordar bikin û desthilatên wê yên destûrî kî kêm bikin û wiha domand:
“Destûreke me heye ku sala 2005an hatiye amadekirin. Her biryareke federal a nedestûrî dê ji aliyê me ve bê redkirin.
Di destûrê de jî madeyek heye ku dibêje eger biryarên federalî bi biryarên herêmê re nakok bin, wê demê biryarên herêmê derbasdar in.”
Hinartina petrola Kurdistanê
Li ser mijara hinartina petrola Kurdistanê jî Serok Barzanî got:
“Petrol û gaz milkê hemî xelkê Îraqê ne û divê bi dadperwerî bên parvekirin.
Li Bexdayê hin kes hene ku bawerî bi destûrî nîne û dixwazin Herêma Kurdistanê piştguh bixin.
Niha pêşveçûn heye û em hêvîdar in ev pirsgirêk bê çarekirin.”
Pêwendiyên Îraqê yên bi Tirkiye û Îranê re
Pirsa “Hûn pêwendiyên derve yên Îraqê û bi taybetî pêwendiyên wê yên li gel Tirkiye û Îranê çawa dinirxînin?” Serok Barzanî wiha bersivand:
“Sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Îranê re dirêj in. Tirkiye û Îran jî li herêmê aktorên girîng in.
Ji bo vê jî em naxwazin têkiliyên xwe bi van her du welatan re aloz bikin.
Lê niha, bi gelemperî, di têkiliyan de pêşveçûnek girîng heye. Em hewl didin ku bi her du aliyan re diyalogeke saxlem bidomînin.
Ez hêvî dikim ku paşerojê pêwendiyên me bi her du welatan re hîn bihêztir bibin.”
Hebûna PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê
Serok Barzanî pirsa “Hûn li ser hebûna PKKyê li Herêma Kurdistanê çi difikirin? Her wiha li ser mixalefeta Kurd a li dijî Îranê û bandora wê ya li ser ewlehiya herêmê çawa dibînin?” jî wiha got:
“Hebûna PKKyê li Herêma Kurdistanê ji hebûna partiyên din ên Kurdan ên li herêmê cudatir e.
PKK ne tenê li ser ewlehiyê herêmê gef e her wiha li dijî aliyên din ên herêmê jî tevdigere.
Wekî mînak komên mixalefetê yên Kurd ên Îranê bi dehan sal in di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kar dikin lê wan ti zerer nedeya û yasayên Herêma Kurdistanê jî binpê nekirine.
Îranê ew yek wekî metirsiyeke ewlehiyê xwe dîtin û ji ber vê yekê (bi Bexdayê re) lihevkirinek çêbû ku komên Kurdan ji sînor vekişin.
Lê rewşa PKKyê cuda ye. PKK dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe. Eger PKK wekî komên Kurdên Îranê hereket bike, çareserkirina vê pirsgirêkê pir hêsan e.”
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê her tim pêwendiyeke taybet bi Tirkiyeyê re hebûye got ku bi Îranê re jî pêwendiyeke nêzîktir hatiye avakirin.
Serok Barzanî her wiha tekez kir ku ew ti carî naxwazin ne bi Tirkiyeyê re û ne jî bi Îranê re têkeliyên aloz çêkin û got:
“Lê ji bo me hinek prensîbên bingehîn hene û em ti carî ji van prensîban dûr nakevin.
Çi dibe bila bibe, em dê destûrê nedin ti kes midaxeleyî kar û barên me yên navxweyî û biryarên me bike.”