10 cotkarên Kurd li gundekî Kerkûkê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin

10 cotkarên Kurd li gundekî Kerkûkê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin

Hêzeke artêşa Iraqê îro 27ê Mijdarê li gundê Mensûr ê ser bi Daqûqê ve li parêzgeha Kerkûkê 10 gundî desteser kirin.

Mihemed Îbrahîm ji encûmena gundê Mensûr eşkere kir, hêzeke artêşa Iraqê bi ser gund de girt û bê biryara dadwer 10 gundî desteser kirin.

Mihemed Îbrahîm diyar kir jî, beşek ji wan kesan cotkar û hinek ji jî şivan in, yek ji wan jî Pêşmerge ye.

Herwiha daxwaza çareseriyeke bilez ji rewşa gund re kir, ku tê de hêzên Iraqê bi fermana Erebên hawerde tevdigerin û ji bo berjewendiyên wan zordestiyê li welatiyan û cotkarên Kurd dikin.

Mihemed Îbrahîm bang li serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kir jî ku sînorekê ji van binpêkirinan re deynin.

Pustên heman beş