Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di civîna fraksiyona partiya xwe AK Partiyê de got, navçe bûye gola xwînê û erkê dewletê ye ku rêyên cuda bibîne. Erdogan dibêje, dema çek werin binaxkirin, wê demê pêşiya siyasetê heta dawî vedibe.
Erdogan got: “Bi mercê pabendbûna yasayê, pêşiya siyaseta sivîl vekiriye. Kes nikare rêxistina terorê bigre ba xwe û siyasetê bike. Piştî banga birêz Bahçelî ku nêrîna hevpeymana Cumhur nîşan dide, lê daxuyaniyên ji Qendîl û Dem Partiyê hêvî nadin.”
Serokomarê Tirkiyeyê got jî: “Me berê jî gotibû, dema we çek binax kirin, wê demê emê pêşiya we vekin. Lê eger hûn çekan binax nekin û bombeyan biteqînin, destê dewletê digihe we.”
Erdogan got jî: “Em ê wî dîwarê terorê hilweşînin ku dixwazin di navbera Tirk û Kurdan da lêkin. Emê Tirkiyeya ku teror û siyaseta teror piştgiriyê didê lê tuneye, radestî nifşên bê bikin.”
Herwiha amaje bi wê kir, “Ji deryaya Spî heta sînorê Îranê em ê gav bi gav korîdora ewlehiyê li ber sînorê xwe yê başûr xurt bikin û li wê derê projeya safîkirina rêxistinên terorê bigihînin encamê.”
Li aliyê din, Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum piştî banga Dewlet Bahçelî ragihand, yan çek dê werin danîn, yan sîberên siyaseta yasayî jî dê ji holê rabin.
Uçum her wiha got, dewlet pêwîst bibîne hevdîtina DEM Partî û Ocalan dibe, lê ya giring naveroka hevdîtinê çi ye? Siyasetmedarên Dem Partiyê jî balê dikşînin li ser nakokiyên proseyê ku aliyek tê xwestin Ocalan peyam bide, aliyê din tecrît berdewam e herwiha danîna qeyûman jî bi lêgerînên aştiyê re naguncin.