Topxaneya Tirkiyeyê 5 gundên Minbicê bombebaran kirin û di encamê de kesek birîndar bû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bi topan gundên Toxar, El-Cat, Ereb Hesen, Cebel Seyad û Um Celûd ên Minbicê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de ciwanekî temen 17 salî birîndar bû û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hat ragihandin.
Bajarê Minbic ku li rojavayê çemê Firatê di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbic de ye, her car ji aliyê grûpên çekdar ve rastî êrîşan tê.