Wezareta Navxweya Tirkiyê, bo şaredariya navçeya Miks ya Wanê ya Dem Partiyê qeyûm danî.
Wezareta Navxweya Tirkiyeyê ragihand, Şaredarê Miksê Ayvaz Hazir, ji hêla Çaremîn Dadgeha sizaya Giran ya Wanê ve, bi tometa encdana tawanê û bangeşeya PKKê bi sê sal û mehekê hatiye sizadan.
Da zanîn, ji ber siza û dozên berdewam yên Ayvaz Hazir ji postê şaredariya Miksê hatiye dûrxistin û şûna wî, qaymiqamê Miksê wek qeyûm hatiye danîn.
Bi fermana Wezareta Navxweya Tirkiyê heta niha bo Şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Batman, Xelfetî û Dêrsimê qeyûm hatine danîn. Her wiha bo şaredariyên Esenyurt û Pilûra Dêrsimê yên CHPê jî qeyûm hatibûn.
Bi Miksê re hejmara şaredariyên ku qeyûm hatine danîn, gihişt heşt şaredariyan.