Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm li şûna wê hatiya danîn û cezaya hepsa malê lê hatibû birîn, hat binçavkirin.
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku di 22’yê Mijdarê de qeyûm li şûna wê hatibû danîn û cezaya hepsa malê lê hatibû birîn, îro careke din li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê hat binçavkirin.
Bîrsen Orhan li hejmara xwe ya tora civakî “X” peyamek belav kir û tê de got: “Ez têm binçavkirin.”
Hat diyarkirin ku Bîrsen Orhan bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşan” û “Berxwedana li dijî polîsa” hatiye binçavkirin.
Bi fermana Wezareta Navxweya Tirkiyê heta niha, ji bo Şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Batman, Xelfetî, Dêrsim û Miksê yên Dem Partiyê, her wiha bo şaredariyên Esenyurt û Pilûra Dêrsimê yên CHPê jî qeyûm hatine danîn.