HSD’ê dest danî ser balefirgeha Heleb û çend bajarokan

HSD’ê dest danî ser balefirgeha Heleb û çend bajarokan

Li gor zanyariyan Hêzên Sûriya Demokratîk yên li Rojavayê Kurdistanê gihiştin nav balefirgeha Helebê û herdu bajarokên Nebil û Zehra û taxên derdora bajarê Helebê girtin.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragehand, HSD piştî vekêşîna hêzên rejîma Esed û firqeya 4 ên artêşa Sûriyê, HSD’ê kontrola rawestgehên navbera El Şehba û Heleb û rawestgehên taxên Eşrefiyê kir.

Li gor guhertinên ewlehiya navçeyê, xelk li bajarên Til Rifet û navçeyên Bakurê Helebê ber bi taxên Şêx Meqsûdê ve koçber bûn.

Herwiha HSD ber bi bajarên din ên Telhefer, Telaran, Tel Hesêl û gundên din ên Rojhilatê bajarê Helebê ve pêşdeçûnê dike.

Pustên heman beş