Bi êrîşa asmanî 13 çekdarên PKKê li Gare û Xakurkê hatin kuştin

Hakurk-Gare-PKK-Turkey-13-Net

Balafirên şer yên dewleta Tirk li çiyayên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê êrîş li dijî PKKê encam dan, 13 çekdarên rêxistinê ketin ber êrîşan.

Li gorî ajansa Anadolu yê, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja şemî 30 Mijdara 2024ê belav kir ku di du êrîşan de ku li çiyayên Gare û Xakurkê hatine encam dayîn, 13 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.

Rêxistina PKKê derbarê wendahiyên xwe ti agahî nedane.

Li 27 Mijdarê jî balafirên Tirkiyê êrîş li çiyayên Metînî û Xakurkê encam dabûn û 10 çekdar di wan êrîşan de jî kiribûn hedef.