Îro rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi rê ve diçe

Parlamentoya Kurdistanê: Hemû amadekariyek ji bo civîna sibe hatiye kirin

Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (Duşem, 02.12.2024) bi rê ve diçe. Li dû karnameyê, ew rûniştin berî nîvro tê destpêkirin û Serokê Dîwana Perlemanê Erdelan Mihemed Serspî wê rûniştinê bi rê ve dibe. Herwesa paştir jî kandîdên nûhilbijartî ji aliyê Serokê Perlemanê ve ji bo sondxwarinê tên gazîkirin.

Hola rûniştinê ya Perlemanê amade ye, pirotokola Perlemanê jî bi hemî awayan hatiye amadekirin. Ev ji bo cara yekê ye li gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê berî destpêkirina karî ya kandîdan, Senterê Lêkolînê yê Perlemanê rêbereke karî ya Perlemanê parve dike, ji bo şarezabûna endamên Perlemanê li ser karê Perlemanê û karê qanûndananê. Herwesa lijneyek jî ji bo pêşwaziya kandîdên nûhilbijartî hatiye pêkanîn.

Li dû peyrewê navxwe yê Perlemanê, di rûniştina yekê de biemirtirîn serok dikare deriyê xwekandîdkirinê ji bo Desteya Serokatiya Perlemanê veke.

Karnameya Perlemana Kurdistanê ji çar bendan pêk tê:

Yek: Vekirina wê rûniştinê bi çend ayetên Qurana pîroz.

Du: Deqîqeyek rawestiyan wekî rêzgirtin li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê.

Sê: Gazîkirina biemirtirîn kandîdê amadebûyî ji kandîdên nûhilbijartî yên gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Dîwana Perlemanê ve, ji bo sondxwarin û birêvebirina wê rûniştinê; li dû hikmê benda duyê ya madeya 11ê û benda yekê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemanê.

Çar: Serokê rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kandîdên nûhilbijartî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistan – Îraqê ji bo sondxwarina qanûnî gazî dike, li dû hikmê benda duyê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê. Paşî ew rûniştin ji aliyê serokê rûniştina yekê ve li dû hikmê madeyên peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê tê birêvebirin.

Pustên heman beş