Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê pêşwaziya hejmarek malbatên koçber ên ku ji Şehbayê vegeriyane kir.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand ku wan bêhtirî 200 malbatên ku ji herêma Şehbayê ya bakurê Helebê vegeriyane Efrînê pêşwazî kiriye.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li navçeya Kefer Cenê pêşwazî li malbatan kiriye û pêwîstiyên girîng û xizmetguzariyên bijîşkî pêşkêşî wan kirine.
Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê ji roja duşemê ve karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.
Beşek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û beşek jî diçin herêma Efrînê.