HTŞyê welatiyekî Kurd ê Efrînî di mala wî de kuşt

HTŞyê-welatiyekî-Kurd-ê-Efrînî-kuşt--info

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li Helebê welatiyekî Kurd di nava mala wî de kuştin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) roja duşemê welatiyê Kurd Ebdo Ebdulmenan Ebdullah li navçeya Waheyê ya Helebê di nava mala wî de ew kuştin.

Dema ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ketibûn mala welatiyê navborî, nîqaşeke tund di navbera wî û çekdaran de derketibû û di encamê de, çekdaran li wî dabûn heta ku ew kuştin.

Ebdo Ebdulmenan Ebdullah xelkê gundê Qitmê yê Efrînê ye.

Ew ji ber dijîtiiya Hikûmeta Sûriyeyê 8 salan di Zindana Seydayê de girtî mabû.

Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê ji roja duşemê ve karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.

Beşek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û beşek jî diçin herêma Efrînê.

Pustên heman beş