Eskerekî Tirk piştî ku li herêmên operasyona Pence di pevçûnên li gel PKKê de birîndarbûy, li nexwşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja şêşemî 3\12\2024 ragihand, ku çawîşê pispor Eren Kizildagê ku di 16ê Mijdarê da li herêma operasyona Pençe ya li Başûrê Kurdistanê di gulebarana PKKê da bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyanîya wezaretê da hat dyarkirin ku Kizildag li nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya Gulhaneyê dihat dermankirin û duh jiyana xwe ji dest da.