MSD: Pêwîste yekparçeyiya xaka Sûriyê bê parastin

MSD: Pêwîste yekparçeyiya xaka Sûriyê bê parastin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî bûyerên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tundûtûjiya li Sûriyê şermezar kir, tekez kir ku ji bo komên Heyet Tehrîr El-Şam gelekî metirsîdar e ku bajarê Helebê û gundewarê Hemayê bê ku rûbirûyê berxwedanê bibin kontrol kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku fişarê li hemû aliyên çalak li Sûriyê bike, ji bo rawestandina şer û destpêkirina proseyeke siyasî ku hemû aliyên Sûriyê tê de beşdar bibin.

MSD’ê ku Tirkiye ji şer û pevçûnên li bakur-rojavayê Sûriyê berpirsyar dibîne, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê kir ku di derbarê rewşa koçberên herêma Şehbayê de destwerdana lezgîn bikin û sivîlan ji sûcên şer, qirkirin û koçberiya bi darê zorê biparêzin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku metirsiya îstifadekirina çeteyên DAIŞ’ê ji rewşa mijara gotinê heye û bang li Koalîsyona Navdewletî hate kirin ku di vê çarçoveyê de piştgiriyê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser girîngiya rola Rûsyayê di çareserkirina krîzê de.

MSD’ê diyar kir ku ew ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re amade ne û ev tişt hatin gotin:

“Şer û nakokiyên di navbera aliyên Sûriyê de tenê xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Sûriyê dike û azara sivîlan zêdetir dike. Ji bo vê jî divê diyalog pêş bikeve.

Kurd, netew û olên din beşeke girîng a dîrok û erdnîgariya Sûriyê ne, lewma divê hemû binpêkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyê bên rawestandin.

“Krîza Sûriyê tenê bi rêbazên siyasî û dûrî destwerdanên derve dikare were çareserkirin.”

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de helwesta xwe ya li ser parastina yekparçeyiya xaka Sûriyê û amadebûna xwe ya ji bo diyalogê bi hemû aliyên Sûriyê re piştrast kir û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Pustên heman beş