Bidarvekirin û heqareta li dijî Kurdan.. Komên alîgirê Tirkiyeyê li gundewarên Heleb û Şehba paqijiya etnîkî dikin

Bidarvekirin û heqareta li dijî Kurdan.. Komên alîgirê Tirkiyeyê li gundewarên Heleb û Şehba paqijiya etnîkî dikin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov eşkere kir ku komên ser bi Tirkiyê ve li Heleb û Şehbayê tawan û binpêkirinên dijî mirovatiyê kirine, ev di demekî de ye ku heyanî niha tora peywendiyan û Elektirîkê li ser welatiyên dorpêçkirî li devera Şehba û gundewarên Bakurê Helebê hatine qutkirin.

Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirov tekez kir ku çekdarên alîgirên Tirkiyê jinek û herî kêm 10 mêr li devera Şehba serjê kirin, di heman demê de agahî derbarê tawanên dinên ku li dijî sivîlên dorpêçkirî tên kirin ber destin.

Rewangehê her wiha eşkere kir, komên alîgirên Tirkiyê du xortên kurd girtin û ji wan xwest li cihên diyarkirî li Ehras, Dêr Cemîl û Şîrawê bisekinin, ji bo amadekariya veguhestina wan bê kir û ji boy cîhekî din bên veguhestin, lê belê, dema ku endamên komên girêdayî Tirkiyeyê destên xortan girêdayîn, bi awayekî hovane li meydanan destdirêjî li wan kirin û ew kuştin.

Pustên heman beş