Nasnameya sê çekdarên din yên PKKê aşkere bû, rêxistinê ew jî weke bi hezaran ciwanên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte û bê encam da berya 6 salan feda kir bûn û mirina wan veşartî hişitbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja duşemî 2\12\2024ê, nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku li Adara sala 2018ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.
Navên wan wisaye:
Ferhad Şefîq ji Colemêrgê.
Yavuz Ferhad ji Mêrdînê.
Onder Mihemed Salih ji Wanê.
HPGê weke bi sedan rêhevalên wan, ev 3 ciwanên Kurd jî di berxwedana xwe ya bê encam de da ne kuştin û di pesinê wan de dibêje: Ew milîtanên Apo bûn, fedayê Apo bûn!.
PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku ji bo Apo berê wan da ye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.