Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku hêzên wê li gundewarê rojhilatê Helebê bi pêş de diçin.
Navend Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, “Hin dezgehên ragihandinê yên dijber agahî belav kirine ku hêzên me ber bi herêmên rojhilatê Helebê ve bi pêş de diçin. Em tekez dikin ku ev agahî ne rast in.”
Aşkere kir jî: “Ti guhertin di nexşeya leşkerî ya belavbûna hêzên me de çênebûye. Hêzên me di du rojên dawîn de bersiva gelek êrişên çeteyên dewleta Tirkiyeyê li ser herêmên di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê de dan. Di encamê de hejmarek kuştiyên çeteyan çêbûn û hinek cenazeyên wan ketin destê şervanên me.”
Hat ragihandin, hêzên HSDê li gundewarê rojhilatê Helebê piştî pevçûnên bi grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê re, karî hin xalên li nêzîkî firokxaneya Kiwêris û westgeha Babîr ya avê û bajarokê Xifsê kontrol kirine.
Grûpên çekdaran ên ser bi “Artêşa Niştimanî” ya opozîsyona Sûriyeyê roja 2ê Berçile di operasyoneke de, karîn bajarokê Til Rifet û herêma Şehbayê li bakurê helebê û bajarokên El-Safira, Xenaser û firokexaneya leşkerî ya Kiwêrisê li gundewarên rojhilatê Helebê kontirol bikin.