Di berdewamiya wêrankirina şiyanên leşkerî yên Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve, teqînên tund li dû hev di depoyên çekan ên li Qamişlo de derketin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê îro danê êvarê firokxaneya Qamişlo û Fewca Tertabê û komgehên çekan ên rêjîma Sûriyeyê li Qamişlo kirin armanc.
Da zanîn jî, di encama êrîşa Îsraîlê de teqînên tund li wan cihan derketin û agir bi cihan ket.
Rewangeha Sûrî dibêje, ev êrîş di çarçeveya wêrankirina çek û kelûpelên mayî yên ku di destê hêzên rêjîma berê de bûn, tê.
Îsraîl zêdetir her îro zêdetir ji 100 êrîşan li ser baregehên leşkerî li Şam, Der’a, Laziqiye û Hemayê pêk anîn û şiyanên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê wêran kirin.