Bi sedema postekî FaceBook ê, PYDê serkirdeyekê ENKSê desteser kir

Ferhan Hesen-PYD-PKK-Mazloum-Ebdi-ENKS-Net

Ji ber belavokekê ku tê de banga “Yekrêzîya Kurdan ” li Mezlûm Ebdî dike, çekdarên PYDê endam serkirdeyekî partiyeke Kurdî yê bi navê Ferhan Hesen desteser kirin.

Tora çavdêriya mafên mirovan ya Sûryê ragihand ku duh çarşemê 11 berçile ya 2024ê çekdarên Partiya Yekîtya Demokratîk (PYDê) balê PKKê ya li Rojava Kurdistanê, berpirsekî partiyeke Kurdî bi navê Ferhan Hesen desteser kir û bo cîhekê nediyar birine.

Da zanîn, çekdarên PYDê endazyar Ferhan Hesen, endamê komîteya herêmî ya partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûryê, ya girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKSê) li cihê karê wî ku di kargeha gazê de li gundê Sl-Suweydiyê li gundewarê Dêrkê, desteser kirin.

PYDe welatparêzan li ser daxwaza Yekrêzîya Kurdan desteser dike

Li gorî çalakvanên Kurd, Ferhan Hesen ji ber ku li ser torên civakî nivîsek nivîsandiye û tê de daxwaza yekrêzya Kurdan kiriye, hatiye girtin.

Toreyê amaje bi wê yekê jî kir, ku çekdarên PYDê Ferhan Hesen birin cihekî ne diyar, û heta niha çarenvîsa wî ne diyare.

Torê tirsa xwe anî ziman ku Ferhan Hesen dê rastî îşkenceya laşî yan jî windakirina bi zorê were.

Di heyama mehên borî de çekdarên PYDê bi dehan serkirde û endamên partiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê girtin û beşek ji wan serbest berdan û heta niha çarenivîsa hinekan ne diyare.

Ferhan Hesen di belavoka xwe de bang li Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê kir bû ku qûtbûna xwe û hêzên xwe ji PKKê îlan bike, weke rîyekê ji boy rizgar kirina Rojava Kurdistanê û gelê wê ji xeterîya rewşa ku niha Sûrye tê de derbas dibe.

Ferhan Hesen wiha nivîsandibû:

Ez wek Kurdekî asayî ji vî gelê Kurdê bindest, mezlûm û bêçare daxwazekê ji birêz Mezlûm Ebdî dikim û di van salên dawî de ev cara yekeme ku ez bang li we dikim, tevî ku gelek kesayetên Kurdî yên netewî hene. Û kesayetyên akademî ku berê gelek caran û bi dirêjiya salan bang li we kirbûn. Her wiha Encumena Niştimanî ya Kurdî berê wek desteyek bang li we kirbû û endamên Encumena Niştimanî ya Kurdî jî bang li we kirbûn û bi awayekî ferdî jî bang li we kirbûn… Lê ev cara yekem ku ez bang li we dikim:

Berî ku keştiya we binav bibe û em bi we re binav bibin, xwe, hêzên xwe û gelê xwe biparêzin.

Silavên Kurdewarî ji we re birêz Mezlûm, birêz hûn wek serokê Hêzên Sûryeya Demokratîk, ji ber ku em niha di qûnaxeke hesasa çarenivîsî de ne, piştî rûxandina zalmê Şamê bi destên hêzên opozisyona çekdar, ez bang li we dikim ku hûn qutbûna xwe ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ragihînin û xwe û yên li gel we tenê weke hêzeke niştimanî ya paqij binrxînin, û bi serkirdayetiya aliyên opozîsyonê yên ku ketine di Şamê de û Esed rûxandî danûstandinê bikin. Bi wan re bigihin lihevhatinekê derbarî paşeroja Sûryeya azad ji berî ku hûn di agrê van komên çekdar de bişewtin û em gelê Kurd di agrê te de bişewtin.

Berî ku keştiya we binav bibe û em bi we re binav bibin, xwe, hêzên xwe û gelê xwe biparêzin.

Birayê te di Kurdayetiyê de

Ferhan Hesen

Pustên heman beş