Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro zirarên PKKê yên sala 2024ê ragihandin û aşkere kir, di vê salê de 2 hezar û 939 çekdarên rêxistinê di êrîşên wan de hatine kuştin.
Li gorî daxuyanîya wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Guler ku îro roja yekşemî 15/12/2024ê da ye, di sala 2024ê de li Rojava û Başûrê Kurdistanê, 2 hezar û 939 çekdarên PKKê, YPGê, HSDê di êriş û operasyonên cuda yên artêşa Tirkiyê de hatine kuştin.
Her wiha got: Ji bilî vê 99 çekdar jî teslîm bûne.
Rêxistina PKKê derbarê vê amara Tirkiyê tu agahî ne dane.
Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû salekê amarên şer radgihînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê ne.