ENKS: Pêwîste sîstema Federalî li Sûriyê bê ava kirin

ENKS: Pêwîste sîstema Federalî li Sûriyê bê ava kirin

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehand li Sûriyê pêwîste bi awayekî destûrî mafên Kurdan bên nasîn û sîstema Federalî li Sûriyê bê ava kirin.

Îro 15.12.2024ê ENKSê di civîna xwe ya li Qamişlo de behsa giringiya yekitiya helwêsta Kurdan li Sûriyê û giringiya parastina navçeyên Kurdistanê yên ji hemû destwerdanekî derve kir.

Ji aliyekî din ve ENKSê ragehand, lezê dikin ku peywendiyên li gel desthilatê li Şamê çêkin û daxuyaniya helwêsta encûmenê li Sûriyê, ji pêwîstiya naskirina destûrî ya hebûna gelê Kurd û mafên wê yên netewî li Sûriyê û nenavendî û federaliyê pêk tê.

ENKSê diyar kir, cîhbicîhkirina biryara 2254 a Netewên Yekbûyî bo çareseriya krîza Sûriyê, bi berdewamiya peywendiyên bi hemû welatên erebî û civaka navnetewî û rêzgirtina li mafên pêkhateyan li Sûriyê ve misoger dibe.

ENKSê di civîna xwe de, ji ber piştevaniya wî ya li gelê Kurd li Sûriyê û himbêzkirina penaberên Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û her ji destpêka krîza Sûriyê ya sala 2011ê heta naha piştevaniya wî spasiya Serok Barzanî kir.

Pustên heman beş