Balafiran 9 çekdarên PKKê li Garey, Metînayê û Xakurkê kuştin

PKK-9-Turkey-net

Di operasyonên esmanî yên ku li artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê encam dide, 9 çekdarên rêxistinê li herêmên Gare, Xakurk û Metînayê hatin armanc girtin.

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê îro roja duşemî 16/12/2024ê ragihand, di encama operasyonên esmanî yên ku di 3 û 9ê Berfanbarê da hatin kirin, li herêmên Xakurk, Gare û Metînayê 9 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, artêşa Tirkiyê wê bi biryardarî êrîşên xwe yên li dijî PKKê li her derê dewam bike.