Ala Kurdistanê bera 74 salan û di rojeke weke îro de, li bajarê Mehabadê yê Rojihlata Kurdistanê li paytexta komara Kurdistan weke yekem hikûmeta moderena Kurdî hat berz kirin, alayek hikûmeta komara Kurdistanê pejrandibû, di deriyên tevahiya saziyên komarê de hatbû hildan, heya komar mabû bi bayê rizgariya neteweyî, azadane di hejiya. Bera rûxiyana komarê jî ji aliyê pêşwayê mezin û herdem saxê gelê Kurd û serokê komara Kurdistanê, wek emanetek radestey ceneral Mistefa Barzaniyê nemir hat kirin.
Piştî serhildana mezina gelê Başûrê Kurdistanê û rizgar bûna wê beşa welat, li ser pejrandina parlemena Kurdistanê, alayê me careke din ew derfet ji bo hat ku li beşeka xaka niştîman azadane were beriz kirin.
Li dema çend salên rabûrî, roja 17 dîsamberê bi roja alay hat nas kirin û her sal di vê rojê de, gelê Kurd weke rêzgirtin li ala niştîmanî û cengawer û şorişgêrên ku ji bo rizgariya welat û beriz mana alaya neteweyî canê xwe bexşîn, merasîmên cor bi cor saz dikin û ahengan digêrin.
Ev helkefte li Başûrê Kurdistanê bi azadane û li Rojihlata Kurdistanê ku hêjan li jêr dagîrkariyê ye bi nihênî tê birêvebirin, lê cihê daxê ye li Rojava û Bakurê Kurdistanê û bi sedema guherîna ala û dîroka xuynawî, welatiyên Kurd li van beşên welat ji bîranîna evê yadê bê beş bûne, wa diyare li Rojava beşeka berçav ji rûniştvanên wê, alaya yasayî ya komara Kurdistanê hildiden, lê bi mixabinî ve pir caran li jêr desthilata Kurdî ya wê beşa welat rê bi wan nayê dayîn belku sivkatî jî bi wan tê kirin.
Ti neteweyek bê vegerîn bo paşxaneya dîrokiya xebatê û azara rizgarîxwaziyê ne gihaye serbestiyê
Ala Kurdistanê ji bilî ku yadgariyeke komara Kurdistanê weke yekemîn statoya siyasî ya moderena Kurdî, egereka girînge jî ji ber ku dîrok û rabûriyê xebat û bizava rizgarîxwaza neteweya me bi serdema niha ve girê dide, ev pêkve girêdan pêwîstiyeke haşahilnegire di serketina xebata rizgarîxwaz de, ji ber ku ti neteweyek bê vegerîn bo paşxaneya dîrokiya xebatê û azara rizgarîxwaziyê ne gihaye serbestiyê.
Ala Kurdistanê di garantî kirina fakterekê dinê herî girîngê xebata rizgarîxwaziyê de roleke yeklaker heye, ew jî yekêtiya neteweyî ye, ji ber ku ti neteweyek bê kom kirin û kenalîz kirina piraniya herî zora hêza berdest û veşartî ya gel ji bo rizgariyê, nekariye ji bin destiyê rizgar bibe, ala yek ji wan hêmayane ku dibe sercem tex û çînên Kurdistanê li hev kom bike, ji bo ku bi hevre Kurdistanê ber bi rizgariya yekcarî biben.
PKKe alayên hemû welatên dagîrker qebûl dike û tenê ala Kurdistanê qebûl nake
Pirsek li vir tê kirin, ew jî eve ku “Çawa dibe aliyek ku xwe bi xebatkarê rizgariya Kurdistanê pênase bike û amade nîne li jêr ala yekem komara Kurdî û pejrandiyê yekem navenda yasadanînê ya Kurdî anku parlemena Kurdistanê çalakiyên xwe bike?” nek ku her ev ala hilnade belku dest daye alayekê din û bi wê sedemê deriz xistiye nav pêkhate û perçeyên neteweyekê ku ji bo rizgariyê pêwîstiyeke pr bi yekirêzî û yek hengaviyê heye.
Rêxistina PKKê ya ku hemû alayên dewletên dagîrker qebûl dike û tenê alaya pîroz a Kurdistanê qebûl nake, li Rojava Kurdistanê her sal di yada bîranîna alay de êrîşî welatparêz û baregehên partiyên siyasî yên ku ala Kurdistanê hilididn dike, belku bêhtir êrîş wan şênîyan jî dike yên ku vê yada pîroz dikin û îşkenceyê li wan dike.