Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji derdora Hesekeyê tê vekişandin

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji derdora Hesekeyê tê vekişandin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li çiyayê Qezwanê tên binecihkirin.
Li gor agahiyan îro roja Şemî 31.01.2026, di çarçoveya wê lihevkirina ku hatiye îmzekirin de, hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji şeva borî (În, 30.01.2026) ve dest bi vekişîna ji çeperên li derdora parêzgeha Hesekeyê kiriye.
Agahî didin xuyakirin ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê hêzên xwe vekişandine devera Şedadiyeyê. Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Çiyayê Qezwanê, li başûrê Hesekeyê, tên binecihkirin.
Çiyayê Qezwanê (Ebdilezîz) li başûrê rojavayê Hesekeyê cihekê erdnîgarî yê stratejîk e û kontrolkirina wî ji aliyê HSDê ve serdestiyeka leşkerî ya zêdetir li ser deverên başûrê wî bajarî dide wê.
Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şevêdî (În, 30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:
– Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.
– Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.
– Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.
– Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.
Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.