Saziya Îstixbarata Netewî a Tirkiyeyê (MÎT)ê berpirseka PKK’ê ya bi navê Yayla Kizilkaya ku bi kodnavê “Nesrîn Amed” tê naskirin, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kuşt.
Medyaya Tirkiyeyê îro roja Pêncşemî, 19/12/2024an, bi piştbestin li ser agahiyên ku ji saziyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi dest xistîn eşkere kir, Nesrîn Amed di 14 saliya xwe da tevlî refên PKK’ê bûye û beşdarî gelek çalakiyên PKK’ê li Tirkiyê, Îraq û Sûriyeyê kiriye, ji ber vê yekê jî navê wê di lîsteya lêgerînê ya Tirkiyeyê de hebûye.
Medyaya Tirkiyeyê her wiha eşkere kir, ev demek dirêj bû ku MÎTê ev berpirsa PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê dişopand û dawî car li Qamişloyê bi operasyoneke leşkerî ew kuşt.