Balafirxaneya Şamê heta sala 2025ê geştên xwe rawestandin

Balafirxaneya Şamê heta sala 2025ê geştên xwe rawestandin

Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê di ragehandinekê de tevaya geştên xwe yên asmanî heta 01.01.2025ê rawestandin, ji bilî wan geştên destûriya taybet ji desthilata balafirvaniya sivîl wergirtiye.

Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê îro (Duşem, 23.12.2024) ragehandinek parve kir û tê de ragehand, “Ji bilî geştên taybet, tevaya geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê bi firîn û dadan ve tên radiwestandin.”

Li destpêka vê mehê, ji ber rewşa navxwe ya Sûriyeyê û herifandina Rijêma Esed ji aliyê hêzên opozisyonê ve, her du balafirxaneyên navdewletî yên Şam û Helebê heta 17 û 18ê vê mehê tevaya çalakiyên xwe rawestandibûn, lê li roja 18ê vê mehê geşta yekê ya ezmûnî ji Şamê bo Helebê hat kirin.

Desthilata balafirvaniya sivîl di vê demê de tenê derfeta dadanê û firînê bi wan balafiran dide yên ku bi geştên taybet û şandên biyanî berê xwe didin Balafirxaneya Şamê.

Pustên heman beş