Îstixbarata Tirkiyê (MÎTÊ) berpirsekî rêxistina PKKê yê bi navê Firat Serîhan yê bi kodnavê “Hogir Batman” li çiyayê Garey yê li Herêma Kurdistanê kuşt.
Li gorî ajansa Anadoluyê, berpirsê PKKê Firat Serîhan bi operasyoneke MÎTê hatiye kuştin, lêbelê dema vê operasyonê îfşa nekiriye.
Hat ragihandin, Firat Serhan li herêma operasyona Pence pêdawistiyên çek û muhmatê yên endamên rêxistinê dabîn dike.
Ji hêla xwe ve, rêxistina PKKê li 20 Kanûna îsal 2024ê kuştina Firat Serîhan îlan kirbû û gotbû ku ew di êrîşekê de li 10 Cotmeha îsalê li Garey hatiye kuştin.