PDK-BAKUR: Hêvîdar in partiyên Rojavayê Kurdistanê li ser xeta netewî yekrêziya ava bikin

PDK-Bakur-Net

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-BAKUR) dibêje, “Hêviya me ji partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ew e, li ser xeta netewî yekrêzî û yekarmanciya xwe ava bikin.”

PDK-BAKUR îro 29-12-2024an daxuyaniyek derbarê bûyer û pêşhatinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rû didin belav kir û tê de û piştevaniya xwe ji bo avakirina Sûriyeyek bi hêz aram, azad û demokrat, bi destveanîna maf û azadiyên gelên Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nîşan dide.

Daxuyaniya PDK-BAKUR

JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPAMENIYÊ

Ev demeke bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rûdidin, ji nêzîk ve dişopînin. Em wek PDK Bakur, alîgirê hemû hewl û xebatên ji bo rastkirina rêya dîrokê, ji bo avakirina Sûriyeyek bi hêz aram, azad û demokrat, bi destveanîna maf û azadiyên gelên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê ne.

Hêviya me ji partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, li ser xeta netewî yekrêzî û yekarmanciya xwe ava bikin. Bi temsîliyeta gelê Kurdê Rojava, ji bo destxistina statuyeka bi normên huqûqa navdewletî ava bibe, beşdarê damezrandina Sûriyeyeke azad û aram bibin.Dîplomasiyeke hevseng û hevbeş bi hukûmeta demkî ya Şamê re bimeşînin.

Em daxuyaniya cenabê serok birêz Mesud Barzanî di derbarê avakirina Suriyê de girîng dibînin. Ji bo şaşiyên dîrokê careke din rû nede banga hemû aliyên peywendîdar dikin ku guhê xwe bidin hemû aliyên siyasî û kesayetên xwedan tecrûbe, bi taybetî jî sûd ji nimûneya Başurê Kurdistan û nêrîn û tecrubeyên cenabê birêz serok Barzanî bigrin.

Hêvîdar in, damezirandina Suriyeyeke bi hêz û demokratîk de mafên hemû pêkhateyên Suriyê bi makezagoneke pêşkeftî wekhev bên temsîlkirin.

Pustên heman beş