Tirkiye û PKKê amarên ziyanên hev yên sala 2024ê ragihandin

pkk-turkey-2024-net-net

PKKê amara îsal ya ziyanên artêşa Tirk û Gerîla belavkirin û got ku di sala 2024ê da 478 leşker hatine kuştin, himberî vê 134 Gerîla jiyana xwe ji dest da ye, Tirkiye jî dibêje: Di sala 2024ê de, me 2.939 Gerîla kuştine.

PKKê îro roja duşemî 30 Kanûna 2024ê amara îsal ya ziyanên artêşa Tirkiyê û wendahiyên xwe ragihand û li gorî wê, 478 eskerên Tirk 9 jê fermandar hatine kuştin, li himberî vê 134 Gerîla li Bakur û Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ne.

Amara PKKê hemwexta amara dewleta Tirk tê ku beriya çend rojan aşkere kirbû ku di sala 2024ê de 2 hezar û 939 çekdarên PKKê, YPGê, HSDê di êriş û operasyonên cuda yên artêşa Tirkiyê de hatine kuştin.

Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû salekê amarên şer radgihînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş