Bûbê Eser
Em weke siyasetmedar û rewşenbîrên gelê kurd dizanin û xwendine ku Lozana yekê çawa pêk hatibû. Em baş dizanin ku ji wê rojê û heta niha gelê kurd li hember hemî zor û zehmetiyan çawa di ber xwe de dan, didin û neqediyan.
Armanca Lozana yekê ew bû ku Kurdan di sed salan de li her çar perçên Kurdistanê tune bikin. Wan di nava xwe de asîmle bike da ku kurd nemînin. Ji ber ku dihat zanîn ku heger heta sed salan kurd tune nebin, êdî wê dora mafdayîna wan bê.
Loma jî dagirkerên me bi hemî metodên hovane bi kar anîn da ku kurdan bi temamî tune bike. Lê bi serneketin. Qetlîan û komkujiyên mezin pêkanîn. Enfal û bi bombeyên jahrê li hember kurdan bi karnîn, dîsa nikarîbûn kurdan tune bikin.
Miletê kurd bi hemî hêz û qaweta xwe li ber xwe da. Koçberî û qirkirin, wêranî û kuştinê ew neqedand. Loma Kurd her li ser nigên xwe man û ber xwe dan.
Zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5nolî yê vekirin. Rêber, serok û kadirên (kadro) rêxistinan girtin hin kuştin, hin jî bi birîndarî kirin zîndanê. Di wê zîndanê de tiştên anîn û dianîn serê girtiyên kurd yên siyasî li vê cîhanê nehatiye serê tu milatan.
Loma jî vekirina wê zîndanê bû milada bêdengkirin û teslîmbûna hin ji kadirên partiyên siyasî ku bê moralî xiste dilê wan. Loma jî ew egîtên ku şûr simbilê wan nedibirî, piraniya wan piştî ji zîndanê derketin, bê deng bûn an xwe bêdeng kirin.
Zimanê bi zorê li wê zîndanê bi wan dabû ezberkirin û axaftinê, piştî berdana ji zîndanê ew ziman bû zimanê malê ê gelek ji wan qehremanên wê zîndanê.
Projeya her çar dagirkeran ya ku kurd hema hema qedandibûn, bi guleya şoreşa îlona 1961an ya ku bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, Kurd ji wê mirinê azad kir. Berxwedan û serîhildan ji nû de hema li her çar perçên kurdistanê destpê kir.
Şoreşa îlonê kurd ji mirin û tunebûnê azad kir. Heta ku başûrê kurdistanê gîhand azadiya wê. Ji ber vê bû ku dagirkeran jî piştî wê azadiyê reng û dengên xwe, helwest û nerînên xwe guherîn û fêm kirin ku dê nikaribin kurdan bi şer biqedîne.
Loma rêxistina xwe ya ku bi navê pkk damezrandibûn, ji nû de bi rê û olaxin din xistin hereketê. Li ser destê wan qaşo şoreşek li bakurê kurdistanê pêk anîbûn. Lê wê şoreşê(!) armanc û daxwaza dagirkerên tirk anî cih. Hewl dan ku li perçên din jî weke bakurê Kurdistanê li ser destê pkk lê bi navê cûda kurdan tune bikin. Bi serketin û niha ew nisûbet bûye bela serê kurdên rojavayê Kurdistanê. Loma nikarin yekitiyeke neteweyî pêk bînin. Li ser daxwazeke neteweyî bi desthilata nû re rûnên da ku hin mafê kurdan bêne çareserkirin.
Niha giranî dane bakurê kurdistanê. Li wir bi partiya pkk ya legal ango eşkere, dixwaxzin weke Lozana yekê bikin û niha ew proje hêdî hêdî pêk tê. Lê mixabin partiyên Kurdistanê li hember vê bêdeng in. Xetera van hevdîtinên têne kirin ji milet re eşkere nakin.
Heger em li rewşa bakurê kurdistanê ya niha binerin, em ê bibînin ku Lozana dudan li ser daxwaza Bahçeliyê xwediyê komara tirkiyê, li ber qedandinê ye. Ew bahçeliyê ku berê ji ber bi karanîna navê kurdan dîn û har dibû ku îro li gor li hevkirina wî û Evdila Lozana dudan pêk tê.
Bala xwe bidinê qaşo DEM partî ya kurdan e. Lê di vê pêvajoya ji Bahçelî destpêkirîye partiya DEMê jî li gor daxwazên wî tevdigere. Hevdîtina bi Evdila re Erebek û tirkekî Kemalîst pêk hat. DEM dixwaze ji bilî kurdan û partiyên wan, seredana hemî partiyên dagirkeran bike. Nerîn û dîtinên wan bigirin da ku bikaribin li gor daxwaza wan zanebûn û feqên xwe hazir bikin ku wan bi qandîl û beşê ewropa re jî bide qebûlkirin. Ji xwe piştî qebûlkirina Evdila kesên ku li dij derkevin dê tune bin. ( Mixabin kurd nizanin Evdila sax e an mirî ye. Lê her tişt li ser navê wî têkirin)
Bi vî awayî dê Lozana dudan pêk bînin ku heta sed salên din wê kurd êdî li bakurê Kurdistanê nemînin. Ji xwe bingeh û asasê vê, ji roja pkk damezrandibûn, hazir kiribûn. Êdî piraniya nivşê nû ku bi pkk mezin bûne, bi kurdî nizanin û ji bona fêrbûna zimên jî, nema xwe diwestînin. Dema miletek zimanê xwe ji bîr kir ew milet êdî diqede.
Li hember hemî plan û projeyên dewletê û pkk mixabin partî û rêxistinên me yên bakurê kurdistanê jî bêdeng in. Tu dibêje qey ew li welatekî din dijîn û hay û bala wan ji van plan û feqên li hember miletê me tê amadekirin û vekirinê tune ye.
Çawa ku di dema Lozana yekê de piraniya eşîr, axa û êlên kurdan bê deng man ku êşa wê, miletê kurd hê jî dikşînin. Niha jî hemî partî û rêxistinên me li gel piraniya rewşenbîran li hember vê projeya Lozana dudan bêdeng in.
Him bêdeng in. Him jî nikarin bi hevre eniyeke neteweyî ji bona çareserkirina kêşaya gelê xwe damezrînin. Li ser navê wê, bikevin nav dîplomasiya navneteweyî. Dest bi çalakiyên bê tund û tujiyê bikin. Bi vê jî dengê gelê xwe û projeya Lozana dudan bighêjîne dewletên ewropa û emerîyê ku bêjin vaye em jî hene.
Bi dengekî biling bêjin, kêşeya gelê kurd li bakurê Kurdistan ne ya pkk û partiyên wê yên eşkerene. Bêjin vaye em jî hene. Lê mixabin bêdeng iin…
Divê deng derxin û bêjin: Em li ser navê gelê xwe dixwazin bikevin nava kar û dîplomasiyê. Fêm nakin ku bi vê bêdengiyê dê nikaribin bibin dengê gelê xwe. Weha xuya dibe ku wê li ser destê pkk mesele gelê kurd li bakurê Kurdistanê bê ku mafekî bidin, dê li gor xwe û li gor berjewendiya tirkiyê çareser bikin.
Siyasetmedar û partiyên Kurdistanî hemî dikin gazî û hawar ku divê yekitiya kurdan li rojavayê Kurdistanê pêk bê. Lê hezar mixabin ew bi xwe ne yek in. Ji bona bikaribin tesîrekê ango bandorekê li ser rojavayê kurdistanê bikin, divê berê ew bi xwe yek bin…
Şiyar be gelê kurd! tevbigerên partiyên Kurdistanî, hûn heta sed salekî din diqedin. Hinekî li xwe vegerin û rojekê berî rojekê yekitiya xwe pêk bînin da ku dost û dijmin jî êdî hesabê we bikin…