Zanyariyên nû ji aliyê Rêvebirê Ofîsa Esed ve hatin aşkerekirin

Zanyariyên nû ji aliyê Rêvebirê Ofîsa Esed ve hatin aşkerekirin

Rêvebirê Ofîsa Ragihandinê di Serokatiya Sûriyeyê de Kamel Seqir, zanyariyên nû derbarê bûyerên dawiyê yên beriya rûxandina rêjîma Beşar Esed aşkere kirin.

Seqir di podkasta platforma “Mezîj” de got: “Rûsya bersiv neda daxwazên Beşar Esed yên ji bo bikaranîna baregeha asmanî ya Himêmîmê, ji bo şandina alîkariyên leşkerî yên Îranê ji artêşa Sûriyê re, piştî ketina Helebê.”

Seqir diyar kir, Esed di heyama 3 rojên berî 8ê Berçile de, roja kontrolkirina Şamê ji aliyê opozisyonê ve, nekarî pêwendiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bike.

Got jî: “Îraniyan ji Esed re got, wan garantî wernegirtine ta ku bikarin firokeyên Îranê derbasî baregeha Himêmîmê bikin û nekarîne derbasî esmanê Iraq û Sûriyeyê derbas bibin.” Tekez kir jî: “Rûsyayê bersiva Esed li ser daketina firokeyên Îranê li baregeha Himêmîmê neda.

Seqir teqez kir jî, Îraniyan gotiye ku Amerîkiyan gefa xistina firokeya ku ji Îranê derbasî asmanê Iraqê bûye ta ku ber bi baregeha Himêmîmê biçe, xwariye û ew firoke neçar kirine ku vegere.

Rêvebirê Ofîsa Ragihandinê di Serokatiya Sûriyeyê got, rewşa dezgeha leşkerî ya Sûriyeyê berî ketina Helebê xirab bû û nekarî şer bike, ligel wê jî rewşa aborî jî têkçûyî bû.

Seqir teqez kir, aliyê Îraqî di 6ê Berçile de ji Sûriyeyê re ragihand ku Tirkiye niha her diyalogekê bi Beşar Esed re red dike.

Bal kişand ser wê yekê jî, Nûnerê Serokê Rûsiyeyê bo Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev hewl da ku Esed razî bike ku ligel Erdogan rûne, lê Esed red dikir.

Seqir teqez kir, redkirina Esed ji bo rûniştina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li ser daxwazên Rûsyayê, li aliyê rûsî xweş nedihat.

Pustên heman beş