Nûnerên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) berî konferansa gotûbêja niştimaniya Sûriyê çend hevdîtinek li gel pêkhateyên gelê Sûriyê pêkanîn, wek amadekariyek ji bo qonaxa dema pêş a Sûriyê encam dan.
Nûnerê ENKSê li Desteya Danûstanên Sûriyê Îbrahîm Biro di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand: ‘’Di vê dema em li Şamê mayî de çend hevdîtin û serdanek me ji bo danûstanên fikrî kirin, ji bo wek amadekariyek be bo qonaxa paşerojê.’’
Herwaha amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Serdana parêzgeha Siwêyde me kir û hevdîtin li gel Semaheta Şêx Hîkmet Hîcrî û herwaha me serdana malbata Sultan Paşa yê Etreş jî me kir.’’
Biro got: ‘’Me hevdîtineke din li gel Metranê Ermenî ya Dêra Katolîk û Metran Georg Esasdorya û Monîsînyor Georg Bahî û Zahî Teyare û Şadî Sîrwe û Georg Nidiz pêkanîn.
Herwaha got: ‘’Gotûbêj derbarê paşeroja Sûriyê me kirin û li ser bingehê wekhewiya di navbera hemû pêkhateyan, wek erk, maf û beşdariya hemûyan û dariştina destûra nû ya Sûriyê de jî cîh bigre.
Îbrahîm Biro diyar kir, hevdîtin li gel rêveberên encûmena Êzidî yên Sûriyê pêkhat, ku serdana Şamê kiribûn û pêkhatibûn ji Mezkîn Yusif û Serhan Îsa û şandeyekî nûnerên encûmena Êzidî li Heleb û Efrînê û li gel wan civiya ye.