ZELALÎ Û PKKyî

ZELALÎ Û PKKyî

Bûbê Eser

Zelalî weke ji navê wê jî diyar e ku divê mirov, însan, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar ûhwd pêwîste di nerîn û dîtinên xwe de zelal bin. Loma jî divê berê mirov xwe zelal bike. Gotin û kiryarên xwe, peyvên xwe li gor wê bêje an bike.

Mirovên zelal weke zêr in. Loma jî peydekirina wan him zehmet e him jî ji bona kesên weha mirov divê hin zehmetiyan bikşîne da ku wan peyde bike. Şîret û gotinên wan guhdarî bike da ku mirov di zelaliya xwe de şaşî û kêmanyan neke.

Ji her tiştekî re zelalî divê. Loma şertê hebûn û jiyanê yek jê zelalî ye. Dema ku tu zelal be, tê bikaribe li hember hemî nezelaliyan zelaliyê peyde bike. Helbet ev karekî zor û zehmet e. Ji xwe xweşî û zelal di zehmetiyan de ye.

Îro di nava kurdan û bitaybetî di nava kurdên bakurê Kurdistanê de ev nemaye an gelekî qels bûye. Ji ber ku dem û dewrana îro bûye şolîkirina her tiştekî ku zelalî nemîne.

Li siyaseta bakurê Kurdistanê ya piştî 12 Îlonê 1980ê binerin ku bê ew siyaseta paqij û zelal çiqasî guherîye. Helbet hemî cûra guherandin jî bi destê mirovan pêk tê. Loma dema serok û rêvebirên partî û rêxistinan ne zelal bin, li gor ne zelaliya xwe partî an rêxistine xwe şekil didê da ku piraniya endaman jî weke wan tevbigerin.

Ji ber ku di siyaseta kurdan de serok her tişte, loma jî ew serok li gor zelal an nezealiya xwe şikil dide partiya xwe jî. Ji ber vê yekê ye ku îro piraniya partiyên kurdistanê jî di fikir û ramanên xwe de, di liv û tevgerên xwe de ne zelal in. Ji ber vê  ye ku hin serok û partiyên bakurê Kurdistanê gaveke wan li ba pkk û gavek jî li ba kurdistaniyan e. Ev ne zelalî jî  tevgera siyasî li bakurê kurdistanê şolî ango gemarî dike.

Ji bona ku mirov zelaliyê peyde bike an  di partî û rêxistinan de wê bibîne, divê mirov berî her tiştî xeta wan ya li hember pkk û dewletê  bi zelalî bibîne. Bê vê zehmete ku mirov pîvanekê deyne.

 Ew xeta ku xwe nêzîkî pkk kirî ye an dike ne xeta neteweyî û Kurdistanî ye. Bêtirîn kes û partiyên xwe nêzîk pkk kirine an dikin ji ber berjewendiyên çend kurtîl nan an kursiyan e. Kes an partiyên bi dû kurtîl an kursiyan jî bikevin, hûn bawer bikin ji wan tu tişt dernakev e. Ji ber ku kî kurtîl û kursî bide wan dê her bi wî alîde birevin.

Ji bona em li bakurê Kurdistanê bibin hêz û qaweteke neteweyî, divê em li ser keta tenha parastina berjewendiya gelê xwe bin. Pêwîst e em û partiyên me di her warî de zelal bin.

Ji ber ku zelalbûn, îstîqrarê dide mirov û hebûna mirov. Zelalbûn baweriyê dide wan kes û partiyên ji bona gelê xwe dixwazin kar û xizmetekê bikin.

Çi dema zelalî tune be wê delalî jî peyde nebe. Ji ber vê ye ku divê ji bona kar û tekoşîna azadiya welatê xwe, pêwîst e berê em zelal bin û li gor wê jî partî û rêxistina xwe jî bi wê zelaliyê bixemilînin da ku karê rast û erkên pîroz wateya xwe bibînin.

Bi salan e ku ji bona zelalî nekeve nava me, dagirkeran kar kirine ku tim serê me ne zelal be. Helwestên me ne delal bin. Fikir ramanên me jî ne paqij bin.

Gelekî girîng e ku heta em xwe zelal nekin em ê nikaribin bi zelalî û delalî kar û xizmeta gelê xwe bikin.

Loma dibêjim: Her destpêkek dawiya wê heye û dawî anînê jî destpêkek wê heye.Pkk bi şerê kurdan û kuştina kurdan destpêkir. Ji bona kurdan ji wêranî û malwêraniyê pêve tu fêda wê li kurdan nebû. Ji ber ku pkk li ser destê dewleta kûr ya tirkan, ji bona têkbirina berjewendiyê kurdan hatibû damezrandin.

Di tekoşîna xwe ya li dij berjewendiya kurdan ya çel salan de gelek armanc û daxwazên dagirkeran pêk anî. Armanca damezrandina PKK ew bû ku li ser rûyê vê cîhanê tu hêjayiyên kurdan nehêlin. Lê piraniya kurdan di vî warî de ne zelal bûn.

Ji ber vê bû ku di şerê xwe ê wêraniya ji bona kurdan de, hin qonaxin hêja ji bona dagirkeran bi dest xist. Lê êdî dem û dewran guherî û di sed salan de dagirkeran miletê kurd weke gelek netew û kêmneteweyan nikarîbûn biqedandina.

Armanc ji damezrandina pkk ew bû ku berî peymana Lozanê ya sed salan biqede, kurdên ku dagirkeran nekarîbû biqedandina ango di nava xwe de tune bikirana. Xwestin ku li ser destê pkk wê bikin. Lê ev plan bi azadiya başûrê Kurdistanê têk çû.

Bi vê têkçûnê dagirkerên me û bi taybetî dagirkerên tirk mecbûr man ku xwe biguherin. Niha dixwazin bi guherandineke bi fen û fûtan dîsa kurdan bixapînin. Bi rêya pkk ku tu daxwaza wê ya ji bona berjewendiya kurdan tune ye, peymaneke nû bi wan bide îmzekirin ku tirk û kurd brane.

Lê vê pêvajoyê çawa destpêkir û çawa bi rêve dibin hê jî ne zelal e. Loma di tiştên ne zelal de wê tu caran zelalî çê nebe. Heger kurd zelal bin wê bibînin ku nezelaliya vê pêvajoyê berbi ku de here. Aha ji bona vê divê kurd berê ew bi xwe zelal bin.

Êdî dem ne ew dem e û kurd jî ne kurdên berê ne. Îro hin dewletên mezin ji ber berjewendiyên xwe bûne dostên kurdan ku ev ji bona me pir baş e. Ji ber ku di nava dewletan de bratî û dostanî tune ye. Tenha berjewendî hene ku ew jî herkes wê li gor xwe bi kartînin.

Heger  îro ji nişkave Bahçelî bû be demokrat(!) hûn bizanibin keştiya ku tirkiyê têde ye, avê dikşîne. Roj bi roj ew keştî bin ava dibe. Xelasiya wê di destê kurdan de ye. Bahçeliyê ku ev baş fêm kirîye dixwaze dîsa ji nû de Kurdan bi şiara tirk û kurd brane bixapîne.

Êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyan e. Loma jî êdî xapandina kurdan zehmet e. Perçebûn û têkçûyana dagirkeran li ber derî ye. Lê hezar mixabin ku îro yekrêziya kurdan tune ye. Eniyeke neteweyî ku bikaribe temama kurdên bakurê Kurdistanê temsîl bike hê jî pêk nehatiye. Ew jî ji ber ku kurd di nerîn û dîtinên xwe de ne zelal in.

Ev tunebûn jî temenê dagirkeran dirêj dike. Lê taliya talî kurd dê bi serkevin. Ji ber ku ew xwedî nîvdewletekê ne. Xwediyê xwe rê û rêbazekê ne. Xwediyê xwe û serokekê weke rêzdar Mesûd Barzanî li pişta temama kurdan e.

Ji bilê vê Îsraîl, Fransa û Emerîka jî îro dostên kurdan e. Loma azadî û serxwebûna kurdan ne zêde dûr e. Heger em kurd jî erkên xwe bînin cih ev dem û zeman dê di lehê me de be. Ji bona wê jî divê herkes xwe zelal bikin.

Pustên heman beş