Asayiş: Li gundekî Kobanê 10 kes di êrîşeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, firokeyeke Tirkiyeyê malek li gundekî Kobanê bombebaran kir û di encamê de, 10 kes birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro 2ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyeke Tirkiyeyê duh malek li gundê Aşmê yê Kobanê bombebaran kir û di encamê de, 7 zarok, mêrek û du jin birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir jî, “Ev êrîş binpêkirineke eşkere ye ji hemû qanûn û pîvanên navdewletî ne.”

Asayişê bi tundî ev êrîşa hovane şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku berpirsyariyên xwe bicih bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin, da ku van êrîşan rawestînin.

Pustên heman beş