Bûbê Eser
Li bakurê Kurdistanê û bi avakirina zîndana Diyarbekirê, dîrokek nû hatibû destpêkirinê, bêyî ku em hay jê hebin. Loma divê em zîndana Diyarbekirê weke mîladekê bi nav bikin. Ji ber ku bi rastî jî ew milada bêdengkirin û tunekirina hemî kurdan bû. Plan piştî 1965an hatibû danîn. Bi vê planê wê çawa tevgerên bakurê kurdistanê yên neteweyî berî ku peymana Lozanê biqede, ji holê rakin. Şoreş an serîhildanên perçên din têk bibin, bû.
Di zîndanê de, Ji ber sedema tirs û êşkencekirinê, bi bertîl an rehetiyekê li wir, gelek dikirin zilmamên xwe ango dikirin sîxur. Bi vê û bi saya wan sîxurên xwe, çi li qawişan diqewimî gardiyanan ji wan sîxurên xwe digirt û ew digihiştin berdestê îdara zîndanê. Ji bona ji sîxurên xwe agahdariyan bigirin, navên wan dihatin xwendinê, weke parezgerê wan hatine, ji qawişan derdixistin derve. Ji wan dihate pirsîn ku li qawişê çi dibe, kî çi dike? Wan jî ji Gardiyanên zîndanê re çi dîtibûn an bihîstibûn, digot in. Gardiyanan jî li gor emrê rêvebiriya zîndanê, bi kesan êşkence dikirin an dibirin hucreyan. Li wir ya ew dibûn zilamê wan ya jî serî neditewandin. Kesên serî netewandana demek dûr û dirêj li hucreyan dihiştin. Êdî çi diket halê wan hûn bi xwe bifikirin.
Şerê pkk jî li gor helwesta wê zîndanê ji teref dagirkeran hatebû organîzekirin û destpêkirin. Plan û projeyên şer li gor nizama wê zîndanê hatibû dizaynkirin ango danîn. Loma dema mirov li tevgera pkk şikil û karê wê yê leşkerî bide berhev, mirovê tê bighêje ku ew ji zîndanê girtin e. Helbet yên neketibûn wê zîndanê, ev rewş fêm nekirin û nakin.
Çawa?
Di zîndanê de piraniya Gardiyanan ji kesên nexwenda pêk anîbûn. Wan kesên nezan û çahîl jî ji bona aferîmekê an çend roj betlanê bigire, çi metodên ne mirovanî hebûn li ser ser me girtiyan diceribandin. Kêfa wan dihat ku ew li parêzgerekî, xwendevanekî unîwersîtê, serok û rêvebirê partiyekê, didan ber lêdanê.
Serokên mufrezeyên pkk ji piraniya wan ji kesên ne xwenda û cahîlan pêk dihatin. Wan jî li ser navê şoroşê(!) çi xerabî û mal wêranî dianîn serê gundiyên reben, niha tê fêmkirinê.
Girtiyên bi ya îdara zîndanê ango desthilata girtîgehê nekirina, piraniya wan dibirin hucreyan. Li wir êşkenceyên xerab bi wan dikirin da ku daxwaza karbidestê zîndanê qebûl bikin. Gelekan serî netewandin kuştin. Helbet di virde jî her çiqasî kêm jî be bi ser ketin.
Gundiyên bi ya pkk nekirana piranî dihatin kuştin. Xaniyên wan bi ser wan de dihedimandin ango xerab û wêran dikirin. Wan axayên welatparêz didan ber boks û şîmakan û tinazê xwe bi wan dikirin. Malên wan li gel zarok û maliyan didan ber guleyan.
Gundiyên bawer dikirin wê rojekê pkk welatê wan azad bikin, ji wan hez dikirin. Pere an xwarin didan wan. Vê carê jî polîs û leşkerên dewletê, bi sedema alîkariya pkk dikin, bi wan êşkence dikirin. Gelek dihatin kuştin. Bi saya vê şanogeriya pkk û dewletê, gundî mecbûr diman ku gund û welatê xwe biterkînin. Ji ber listika vê şanogeriyê zêdeyî 4000 gund vala bûn. Nêzî şeş milyon Kurd dibe ku zêdetir jî be li metropolên tirkiyê bi cih bûn. Bi qasî tê gotin nêzî şeş milyon kurd tenê li Stenbolê bûne niştecih. Kesên li metropolên tirkiyê man jî ziman û adetên xwe ji bîr kirin. Zarokên wan bi tirkî mezin bûn. Yanî projeya tirkbûnê gavekê bi serxistin.
Gelek dewlet hene ku bi nifûsa xwe kêmî şeş milyonan in. Bi saya wê şanogeriya pkk û dewletê dilîstin, armanc ji wê, valakirin û guherandina cografiya Kurdistanê bû. Ji ber wan zanîbûn ku di dawiya sedsaliya peymana Lozanê de dê ev ji wan re nemîne…
Lê, listikên pkk û dewletê bi vê jî nesekinî. Ji bona siyasetmedarekî zîrek û jêhatî li welêt nemînin, pkk bi navê sîxurê dewletê an hevalbendên wê ye dikuştin. Dewletê jî piraniya kesên jîr û jêhatî ku li welêt bûn dixistin girtîgehê. Di virde jî dewletê û pkk ji bê hev tevnedigeriyan. Yên ku pkk nikarîbûn an nedû bikujin teslîmê dewletê dikirin. Dewletê jî kesên dixwestin bikujin diyarî pkk dikirin. Wan jî ew dikuştin û weke Şehîd radigîhandin.
Di zîndanê de dest bi perwerdiya endam û kadroyên siyasî dikirin ku bikin zilamê xwe. Bi vê rêyê jî hin kirin zilamê xwe û di hin waran de bi ser jî ketin. Loma kesên weha zû ji zîndanê dihatin berdan. Rê vedikirin ku wan derxin ewropa. Li ewropa jî weke pkkyiyên fedîyok karê sîxuriyê dikirin..
Piraniya kadroyên di zîndanê de û serî netewandi bûn. Piştî derketandina wan ji zîndanê ji bona tola xwe hilînin û tekoşîna azadiya gelê xwe bidin, vê carê jî bi daxwaziya xwe diketên nava tevgera pkk û derdiketin serê çiyan. Hin jî di nava bajaran de man. Çi dema li bajarên kurdistanê, meş û xwepêşandan dihate kirin, di wan xwepêşandanan de kesên ji bona dewletê û pkk xeter bûn, di xwepêşandanan de bi destê kadroyên pkk yên zilamê dewletê dihatin kuştin. Him dikuştin him jî li ser wan digiriyan û dikirin qehreman. Propaganda xwe li ser xwîna wan dikirin.
Ji xwe yên ji zîndanê hatibûn berdan û li gor dilê dewletê û pkk bûn. Dişandin şer û li wir dikuştin. Piştre jî radigîhandin ku ew şehîd ketiye. Bi bê jî propaganda pkk dikirin. Him dikuştin him jî dikirin şehîd.
Di zîndana Diyarbekrê de dewlet û karmendên xwe bûne xwedî tecrube. Loma jî girtin û perwerdekirina welatparêzan hê jî bi wî awayî berdwam e. Îcar çi dikin û dikirin?
Kesên zîrek û jêhatî digirtin, tade û zor li wan dikirin da ku bibin zilamên wan. Helbet di vî warî de jî bi ser ketin. Îcar yên dibûn zilamên wan, dişandin ewropa da ku di derheqê xebat û çalakiyên li wir jî agahdariyên baş fêr bibin.
Hê jî ev metod ango girtina kesan berdewam e. Niha jî çalakvanên zîrek û jêhatî didin girtin. Li wir perwerde dikin. Gelek ji wan daxwaza dewletê qebûl dikin. Dewlet bi şertê ew li ewropa xizmeta wan bike, derdixin derve. Gelek ji wan jî, xwe weke alîgirê pkk rê didan da ku zû bi zû nayên naskirin.
Li ewropa û bi taybetî li swêd kesên weha pirin. Gelek ji wan di malên me de ne. Gelek li şîn û şahiyên kurdan dene. Gelek ji kesên weha, dibin yên herî çalakvan da ku şika tiştekî li ser wan nemîne.
Hilweşandina partî û rêxistinên me. Neyekbûn û bi hevre karkirina wan bêtir kesên weha dibin asteng ku yekrêziya partî û rêxistinên Kurdistanê pêk neyê. Ev jî weke erkekî dewletê dabû wan, bi cih tînin. (Wê bidome)