Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokrat li nêzîkî pira Qereqozaxê çar leşkerên Artêşa Tirkiyeyê dîl girtine.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, tîmeke HSD bi awayekî nehênî derbasî rojavayê çemê Firatê bû û di encama êrişekê de çar leşkerên Artêşa Tirkiyeyê dîl girtine.
Da zanîn, êriş li devera Mezre’et El-Qaid nêzîkî pira Qereqozaxê hatiye kirin û derbarê çarenivîsa leşkerên Tirkiyeyê de zanyarî nîne.
Berpirsên Tirkiyeyê heta niha derbarê vê bûyerê de, ti daxuyanî nedane.