Şanda Îmraliyê li Silêmaniyê bi Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re hevdîtin pêk anî û piştre diyar kir ku her kes piştgiriyê dide pêvajoya aşitiyê û got, Divê gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê kêfxweş be.
Îro Sêşemê 18-2-2025 li mezargehê Mam Celal Talebani Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser navê şanda Îmraliyê di civîna çapemeniyê de axivî.
Bayindir got: “Me peyama Ocalan gihand Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî.
Bi gotina wî, civîn nêzîkî saet û nîvekê dom kir û me civîneke gelek hêja pêk anî, me behsa paşeroja gelê Kurd û paşeroja rojeva aştiyê ya gelê Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.
Hevserokê Giştî ya DBP’ diyar kir ku heyeta Îmraliyê ji ber piştgiriyê spasiya Qubad Talebanî û Bafil Talebanî dike.
Her wiha got: Bila gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê rihet be ku hemû aktorên me di civînên me de bi hemû hêz û şiyanên xwe piştevaniya proseya aştiyê dikin, lewma em ji encamên civînên xwe gelekî kêfxweş in.