Îro sêşemê civîneke sê alî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku navçeyên berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike hat lidarxistin û di encamê de çend lihevhatin li ser hemahengiya ligel Hikûmeta Sûriyê li Şamê hatin encamdan.
Serkirdeyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tekez kir, di pêngavekê de ji bo bihêzkirina hevkariya leşkerî di navbera herdu aliyan de, civîn bi yekxistina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û saziyên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser di çarçoveya artêşa Sûriyê de bi dawî hat. Her wiha li hev kirin ku saziyên sivîl û xizmetguzarîyên girêdayî dewletê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve bên aktîfkirin, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariya gel.
Aliyên civînê tekezî li ser wê yekê kirin ku di çarçoveya hewlên kontrolkirina rewşa ewlehiyê de pêwîste hemû çekdarên ne Sûrî ji nav refên HSDê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin. Her wiha biryar hat dayîn ku di çarçoveya hewlên pêkanîna aramiyê li herêmê civîn û hevahengiya ligel hikûmeta Sûriyê li Şamê were zêdekirin ji bo zêdekirina hevkariyê di mijarên niştimanî û hêsankirina vegera aware û koçberan bo bajar û gundên xwe.
Li gor agahiyan di vê civîna sê alî de lihevkirin li ser van xalan hatiye kirin:
1- Yekxistina Hêzên Sûriya demokratîk (HSD) û sazعyên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser di çarçoveya artêşa Sûriyê de bi armanca yekkirina hewlan û xurtkirina hêza neteweyî.
2- Ji nû ve aktîvkirina saziyên sivîl, beşdaran li hev kirin ku saziyên sivîl û xizmetguzarîyên girêdayî dewletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve bên aktîvkirin, ji bo peydakirina xizmetguzariyên bingehîn û baştirkirina asta jiyana xelkê.
3- Vekişîna çekdarên biyanî: tekezî li ser pêwîstiya vekişandina hemû çekdarên ne-Sûrî ji nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, weke pêngavek ji bo bihêzkirina serwerî û aramiya niştimanî.
4- Zêdekirina hevahengiyê bi hikûmeta Sûriyê re, HSDê, MSDê û Rêveberiya Xweser lihev kirin ku civîn û hevahengiya ligel hikûmeta Sûriyê li Şamê were xurtkirin ji bo pêşxistina hevkariyê di mijarên neteweyî de.
5- Tekezî li ser yekparçeîya Sûriyê hat kirin, tekezî li ser giringiya yekparçeîya xaka Sûriyê hat kirin û hat ragihandin têkelbûna hêzên xwecihî di nav artêşa Sûriyê de dê karînên wê di parastina xaka Sûriyê de zêdetir bike.
6- Vegera awareyan, lihevkirin hat kirin ku ji bo vegerandina aware û koçberan bo bajar û gundên wan hêsan bibe karhêsanî bên kirin, di heman demê de pêwîste mercên guncaw ji bo jiyana wan bên dabîn kirin.
7- Pîrozbahî û vexwandina Ehmed El-Şera, bi helkefta destbikarbûna Ehmed El-Şara weke serok pîrozbahî li Ehmed El-Şara hat kirin û ji bo bihêzkirina pêwendiya bi vexwendineke fermî daxwaz jê hat kirin ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
8- Mekanîzma cîbicîkirina xalên lihevkirin li ser hatî kirin, ji hemû aliyan komîteyên hevbeş hatin avakirin ji bo pêşxistina plan û mekanîzmayên cîbicîkirinê ji bo encamda bi bandor ya xalên rêkeftin li ser hatî kirin.