Hêzên Sûrya Demokratîk bi roketavêjan baregeha hêzên Tirkiyê li gundewarê bajarê Cerabulusê yê li gundewarê Helebê topbaran kirin, bê ku heya niha ti agahî derbarê ziyanên mirovî û madî bên bidest xistin.
Riwangeha Sûrî ya mafên mirovan aşkere kir Hêzên Sûrya Demokratîk, bi avêjerên roketan, kombûn û komên çekdarên Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyê ve li nêzîkî pira Qereqozaqê kirin armanc, û derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Destnîşan kir, di 24 saetên derbasbûyî de û paş êrîşa HSDê, balefirên şer yên Tirkiyê balefirgeha Sarîn û derdora pira Qerqozak bombebaran kirin.
Piştre balafirên şer 2 êrîşên asmanî li ser çiyayên El-Qasaq li gundewarê bajarê Kobanî kirin, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên.