MÎTê 2 kadroyên PKKê li Xakurkê kuştin

MIT-XAKURK-PKK-info

Îstixbarata dewleta Tirk MÎTê du kadroyên PKKê bi navên Zehra Sebat û Serhat Erdogan bi operasyonekê li herêma Xakurkê kuştin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê îro roja înî 21 Sibata 2025ê belav kir ku bi operasyoneke MÎTê ku li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê pêkhatiye, herdu çekdarên PKKê Zehra Sebat bi navê kod “Rojda Azad” û Serhat Erdogan “Çirav Cûdî” hatine kuştin.

Medyaya Tirkiyê ev agahî dan, lêbelê dema vê operasyona ku MÎTê li Xakurkê encam da ye aşkere nekiriye.

Rêxistina PKKê derbarê vê wendahîya xwe ti agahî neda ne.

Pustên heman beş