Bi êrîşa asmanî balefirên şer yên dewleta Tirk careke din liv û tevgerên PKKê li Çiyayê Gare hedef girtin, 5 çekdar kuştin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyeyê îro roja şemî 22 Sibata 2025ê ragihand, di êrîşa wan ya herî dawî de ku li herêma Pence Kilîtê pêkhatiye, 5 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.
Destnîşa kir, balafiran liv û tevgera PKKê li Çiyayê Gare armanc girtine.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî binke û baregehên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.