Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got: “Eger aştî li Tirkiyeyê pêk were, ti hincet nîne ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser me li Sûriyeyê bidomîne.”
Mazlûm Ebdî îro Roja pêncşemî 27ê Sibata 2025ê ragihand, peyama Abdullah Ocalan erênî ye ji ber ku daxwaza rawestandina şer û destpêkirina proseyeke siyasî ya aştiyane li hundirê Tirkiyê dike.
“Got: «Peyama Ocalan tenê li ser PKK’ê ye û li Sûriyeyê ti têkiliya wê peyamê bi me re nîne».
“Fermandarê HSDê diyar kir, eger li Tirkiyeyê aştî pêk were, tu hincet nîne ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser me li Sûriyeyê bidomîne.