Nameyeke vekirî ji bo xelkê Guherzê: Li pêşeroja gundê xwe xwedî derkevin

Nameyeke vekirî ji bo xelkê Guherzê: Li pêşeroja gundê xwe xwedî derkevin

Di salên dawî de gelê Kurd, navê gundê Guherzê di nava nûçeyên topbaran û pevçûnan de pir caran dibihîzin. Bi taybetî jî bi kuştina 3 gerîlayên HPG ê li Guherzê di 21 ê Sibatê de, navê gundê Guherzê di her çar parçeyên Kurdistanê de bi rêjeyeke mezin hat bihîstin. Ji ber ku medyaya PKK ê û medyaya hin partiyên biçûk ên Başûrê Kurdistanê xelkê Guherzê wek xayîn îlan kir. Lê belê diviyabû ku eger Kurd navê Guherzê bibihîzin, bi berxwedana wê ya li dijî rejîma Seddam bihata bîra wan. Cihê gundê wan hat guhertin, mirov neçar man koç bikin. An jî diviyabû ku navê Guherzê bi fêqî, çnadina birincî,tirî kizwanên wê û ciwanîya sirûşta wê bihata bihîstin.

Tiştên ku gelê Guherzê tê re derbas dibe, Bakurê Kurdistanê di salên 1990 an de jiya ye

Ne xelkê Guherzê ev neheqî heqkirine û nejî ev şerê bêwate li nav kolanên gund de heqkirî ye. Divê gelê Guherzê li gundê xwe, li dîroka xwe û li pêşeroja xwe xwedî derkeve û li dijî bikaranîna wê wek qada pevçûnan bibêje “na-na”. Belkî em tenê behsa gundê Guherzê dikin, lê di rastiyê de gundê Belave, gundê Berçî, gundê Sergelê, gundê Mijê dest pê bike ber bi gundên Berwarî heyanî gundên li ser xeta Rekan-Nêrwe li xwe xwedî derkevin û li dijî vî şerê bêwate yê PKK-artêşa Tirk derkevin.

Ji ber ku em gelê Bakurê Kurdistanê dawiya vê fîlmê baş dizanin. Ev pevçûnên PKK û artêşa Tirk bi dirûşmeyên “berxwedan, serkeftin, şer, em ê biqedînin, em ê bi ser bikevin” dest pê dikin û paşê jî kes kesî naqedîne. Gund tên şewitandin, xerakirin, gel di xefikan de tê asêkirin û tenê yê ku têk diçe gelê Kurd e. Li Bakurê Kurdistanê 5000 gund bi vî awayî bi tevahî vala bûn. Milyonan mirov ku li gundê xwe xwedî erd bûn, koç kirin û wek karker ketin destê xelkê bîyanî. Ti wateya wê nîne ku PKK ya ku li Bakurê Kurdistanê hat ceribandin, têk çû û gel di asîmîlasyonê de fetisand, heman pratîkê li Kêste, Belave, Guherzê,Sergelê û Berê Gare dubare bike. Diviyabû ku PKK ê li Enqere û Stenbolê dewleta Tirk têk bibira. Diviyabû li Amed, Botan û Colemêrgê dijmin bisekandana. Tu yek ji van nekir. Leşkerê Tirk sînor derbas kir. Li ser sînor nesekinand, Li Metînayê nesekinand, Li Zapê nesekinand, Leşkerê Tirk bi kûrahîya 60 km ket hundirê axa Başûrê Kurdistanê û geheştin nava bax û bostanê Guherzê. Mûfrezek leşkerên Tirk ji çelê destê xwe di hejînin û li nav Nêrweyî û Nihêlîyan digerin ji ber ku PKK li wan deveran nemaye. Tenê li ser Guherzê tûneleke ku jê re dibêjin girê Bahar heye. Ew tûnel jî ev sal û nîve dorpêçkirin e. Guherzê bûye qada şer. Heke bi vî awayî berdewam bike, sibe-dusibe şer wê bigihîje Bergare.

Divê gel ji PKK ê hesab bipirse?

Çima? Vê yekê çi mifa gihandîye Kurdan? Bila kes xwe nexapîne, kiryarên ku PKK di TV ya gerîla de li vir û li wir dibêje wek “Min li Kure Jaro du leşker kuştin, min êrîş bir ser baregeha Tirka ya li devera Guherza kevin” qet feydeyeke biçûk jî na gehîne Kurdan. Divê Kurdê hişyar û welatparêz rabin û qirika PKK ê bigirin û lê bipirsin, “Te 40 salan nehişt em biçin Zapê, gundê Şîvê,Wêle,Elih û nav gundên Rekanîyan. Ew Çawa çêdibe warên ku bi sala ji me ra qedexe ne we di nava çend rojan de radestî artêşa Tirk kir?”

Divê Kurd ji PKK ê hesab bipirsin. Wek mînak, “Divê gelê Dêralokê ji PKK ê bipirse, li serê Kuro Jaro leşkerê Tirk çi digere? Te çima leşker Tirk heta vir anî?”

Divê gelê Sergelê hesab bipirse û bibêje “Me hemû cûre piştgirî da te, te çima Sergelê radestî leşkerê Tirk  kir?”

PKK berpirsiyarê dagirkirina axa başûr ji layê Tirkîyê ve ye. Kesî destê PKK ê negirtiye û negotiye kevira  neavêje leşkerê Tirk. Bi xwe PKK ê dev ji Amed, Dêrsim û Botanê berdaye, dev ji her derê berdaye. Hatiye û li xeta Dêralok, Şêladizê, Amêdiyê li Guherzê, Belave, Sergelê û Berçî dibêje ezê Tirkan têk bibim. Divê gel ji PKK ê hesab bipirse jê re bibêje keko te seranserî Bakur teslîm kir û te hemû deverên sînorî teslîm kir, êdî em bi van derwên te bawer nakin. û hesap jê bipirse.

Eger Pêşmerge ketiban deveran, ev pirsgirêk nedihatin jiyîn

Û divê ev gel bersînga PKK ê bigire û hesab bipirse: Te çima qebûl nekir Pêşmerge bikevin deverê? Eger di wan deveran de leşkerê Tirk hebe, bi serbest bigere, berpirsiyara vê yekê PKK ye. Eger PKK tevgereke siyasî ya bi niyeta baş bûya, da deverên ku nikaribe biparêze, radestî hêzên Pêşmerge bike. Lê ev yek nekir. Ev jî tê wê wateyê ku niyeta PKK ê xerab e. Niyeta wê ne têkbirina dewleta Tirk an jî sekinandina wê ye.

Eger PKK zinarê Kêste, Sora Sigêrê, Elho, serê Mamreşa radestî hêzên Pêşmerge bikira, îro leşkerê Tirk li wir nedibû. Eger PKK qebûl bikira ku hêzên Pêşmerge li wir bane ev tişt yek jî nediqewimîn û xelkê deverê da azadane li Berwarî û Devera Amêdiyê bigerîya. Heke hiştiba pêşmerge biçûna Guherza Kevin, ev rewş li Guherzê nedihate jiyîn. PKK, gelî û çiyayên ku 35 sal qebûl nekiriye ku Pêşmergeyek jî bikevê, radestî artêşa Tirk kir. Cihên ku îro artêşa Tirk nekarî bikevîtê tenê cihên di destê Pêşmerge de ne.

Helwestgirtina li dijî PKK ê welatparêziya rastîn e

 Berî her tiştî divê her kes li ser vê mijarê zelal be. Piştgirîdana PKK ê ne welatparêzî ye. Berevajî, helwestgirtina li dijî PKK ê welatparêzî û Kurdayetî ye”. Ciwanên PKK ê yên hêj nebaliq ku tên gundên we dibe ku reben û birçî bin. Hûn dikarin ji bo wan xemgîn bin lê sedema ku ew ciwan di wê rewşê da ne, dîsa jî PKK ye. PKK jixwe nêzîkatiya hestîyar ya gel li hember wan ciwanan îstîsmar dike. peyveke bi navê tûnel derxistine, lê di rastîda tûnela ku bas dikin gora ciwanên Kurd e. Murad Qarayilan fermandarê HPG  digot “Tûnel dê serkeftinê bînin”. Lê belê ciwan di wan goran de hesretî tîjkek rojê ne û ji ber birçîbûnê dimirin. Ewên ku ew ciwanan xistî wan tûnelan da dizanîn ku ew ê bi saxî li wir bimirin. Ew ciwanên birçî,dorpêçkirî û li hêvîya mirinê ne xema PKK ê ne.

Helwestgirtina gel a li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê, dê pêşî li veguheztina têkçûna PKK ê ya li Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê bigire û dê bibe sedema parastina statûya ku Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna 100 salî, xwîna bi sed hezar şehîdan bi dest xistiye.

Ji PKK ê re qîmetê jîyana gundîyan nîne

PKK dixwaze ku gundîyan ji bo xwe bike mertalên zindî. Ji bo ku hebûna xwe ya li wir meşrû bike, hewl dide bi bandorkirina yek an du kesan di nav gundan de wan bikişîne ba xwe. Ji bo vê yekê, hin pirsgirêkên civakî, hesûdî û hwd. kûrtir dike. Bi van kesan bazirganiyê dike. Ev kes jî ji bo berjewendiyên xwe pêşeroja gund dixin xeterê. Çi yanî, niha ji ber ku li Guherzê, li gundên Dêralokê çend kes ji PKK ê pere qezenc dikin,ma heqe ku ev gund bibin qada şer? Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Hûn dikarin endamên partiyên siyasî yên cuda bin, dibe ku hin nakokiyên we hebin. Lê yêkrêzî û hevgirtina gund xerab nekin û tiştên ku jiyana gundiyan bikin xeterê meşrû nekin. Divê gund bi yekîtî tevbigerin û pêşeroja zarokên xwe, aramîya xwe û berjewendiya hevpar a gund biparêzin.

PKK heta niha ti tişt nekiriye ku pevçûnan ji gundan dûr bigire. Divê her kes vê yekê bizanibe: Jiyana gundiyan jî ne xema PKK ê ye. Heta PKK hewil dide ku dijmin çen topa li gund bide û çen gundîyan şehîd bixe da ku PKK vê yekê ji xwe re bike amûrekî propaganda yê.

Divê gundî li hember PKK ê helwestê bigirin

Destpêkê Guherzê, Belave, Sergelê û hemû Devera  Nihêlê, Berwarî, Amêdî, Şeladizê û gelê Dêralokê, divê li şerê PKK ê yê 45 salî binêrin û ders jê bigirin. Divê pêşî li veguheztina têkçûna PKK ê ya li Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê bê girtin. Divê gel derkeve û bi eşkereyî helwestê bigire û bibêje “Em vî şerî li nava gundê xwe naxwazin”. Gundî, li şûna ku ji ber rêbazên şerê taybet ên PKK ê, fitne û fesadên wê bû çend qurûşên wê têk biçin û bibin dijminê hev û gund bixin xeterê, divê hev hemêz bikin û bi yekîtî bibêjin “Gundê me nekin qada şer” û divê bixwazin ku hêzên Pêşmerge werin deverê. Destpêkê Guherz û gundên li ser xeta Şêladizê-Amêdiyê û Berwariyê, tenê bi vî awayî dikarin li kesûkarên xwe û gundên xwe xwedî derkevin.

Pustên heman beş